Çekdar li gundên Aşka û Qijûma yên Efrîn bi hev ketin

Çekdar li gundên Aşka û Qijûma yên Efrîn bi hev ketin

Sep 05 2020

ARK NEWS... Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh şer û pevçûn navbera du girûpan de derket , di encamê de birîndar ji herdu aliyan de ketin.

Şer û pevçûn li herdu gundên Aşka û Qijûma yên Cindirêsê derket, û bi çekan rûbirûyê hev bûn, ji bilî ku tirsek kete dilê xelkê herdu gundan de, birîndar jî ji çekdaran ketin.

Derbarê sedeman, jêderek taybet ji ARKê re da zanîn ku şer li ser mal û mulkên welatiyên Kurd rû da, ku her girûpek dixwaze destê xwe deyne ser malan da ku ji xwe bi kirê bide yan jî kesûkarên xwe tê de bi cî bike.

Ş.E

209