Polîsên Leşkerî li hember serbestberdana Efrîniyan 700 L.T destnîşan kirin

Polîsên Leşkerî li hember serbestberdana Efrîniyan 700 L.T destnîşan kirin

Aug 24 2020

ARK NEWS... li Efrînê di vê dema dawiyê de ye hilmetek girtinê ji aliyê Polîsên Leşkerî ve tê encamdan û her welatiyekî Kurd xizmet di rêveberiya PYDê de kiribe dê were girtin û li hember pereyan were serbestderdan.

Jêderek taybet ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku welatiyên ji aliyê PYDê ve bi neçarî derketibûn rêbendan têne girtin û li hember pereyan têne berdan.

Heman jêderê tekez kir ku li hember 500 lêreyên Turkî dihatin berdan lê di vê dema dawiyê de ji 500 bo 700 lêreyên Turkî bilind kirin.

Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine ku rojane hijmarek welatî têne girtin piraniya wan welatiyên bitemen in, û bi neçarî di dema PYDê de derketibû li ser rêbendan yan jî di rêveberiya PYDê de xizmet kiribûn.

Ş.E

268