Qamişlo.. Emîndariya Giştî ya ENK-Sê civînek awarte li dar xist

Qamişlo.. Emîndariya Giştî ya ENK-Sê civînek awarte li dar xist

Jul 08 2020

ARK NEWS.. Îro li ofîsa Pdk-s li bajarê Qamişlo Emîndariya Giştî ya ENK-Sê civîna xwe ya asayî li dar xist û têde çendîn mijarên girêdayî bi rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Derbarê civîna ENK-Sê Heyat Qiço Endama Emîndariya Giştî ya ENK-Sê taybet ji ARKê re ragihand civîna ku îro Emîndariya Giştî ya ENK-Sê li ofîsa xwe li dar xist civînek asayî bû , di heman demê de jî awarte bû , ji ber rewşa hestiyar ya ku îro Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe .

Qiço got jî eger pêwîst kir ewê her du heftiyan civînekê li darxin .
.
Derbarê mijarên ku hatin gotûbêj kirin Qiço got : Mijara danûsandinên navbera Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd de mijara herî sereke bû di civînê de û bi hûrgulî li ser rawestiyan , herweha behsa rewşa ENK-Sê di nava Opozisyona Sûriyê de û dawîn pêşhateyên ku li ser erdê têne rûdan kirin .

269