PDK: Divê PKK xebata xwe bibe Bakurê Kurdistanê

PDK: Divê PKK xebata xwe bibe Bakurê Kurdistanê

Jul 04 2020

ARK NEWS... Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, cihê xebata PKKê, ne Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku ew navçeyeke azad e û xwedî Serokatiya Herêm, Hikûmet û Parleman e.

Çendîn car in PKKê hatiye agahdarkirin, ku xebata xwe bibin Bakurê Kurdistanê, lê hîna PKK li nava xaka Herêma Kurdistanê de şerê Tirkiyê dike. Herêma Kurdistanê ji berpirsên PKKê re dibêjin: “Vir Herêma Kurdistanê ye, 29 sal in azadkirî ye, xwedî Serokatiya Herêmê, Hikûmet û Parleman e. Vir dagîrkirî nemaye, ta hûn hewla azadkirina wê bidin”. Ji ber wê PDK dibîne, divê PKK xebata xwe bibe Bakurê Kurdistanê.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re got: “Pêwîst e PKK û Tirkiye rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin. Herwiha pêwîst e PKK bizane ku li kû û ji bo çi xebatê dike. Ew baş dizanin ku ewê dixwazin li vir bidest wan nakeve. Ji ber ku vir azad û rizgarkirî ye û li gor destûra Iraqê, herêmek e û qewareyeke siyasî û îdarî ya naskirî ye. Cihê pêwîst e PKK xebatê lê bike, cihê ku tiştek jê bidest neketiye ye”.

Ji ber hebûna PKKê li çiyayên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê bombebarankirina Herêma Kurdistanê kiriye pîşeya xwe ya berdewam, vê yekê jî tenê riyek li pêş xelkê wan gundan hîştiye ku, ku koçber bibin û dest ji mal û milkên xwe û bapîrên xwe berdin. Ji ber wê çavdêrên siyasî diyar dikin, ev cureya xebata ku PKKê dike, heta niha ti hêzekî din nekiriye.

Heta niha ji ber bombebaran û operasyonên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, çendîn welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne. Di wê derbarê de jî PKK xwe bi sedema vê rewşê nizane û ne amade ye jî xebata xwe bibe Bakurê Kurdistanê.

Kurdistan 24

254