PDK-Sê: Hewildanên cidî ji bo yekhelwêstkirina Kurdî têne kirin
ARK NEWS... Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, raporta xwe ya miha Hizêranê belav kir, û di raportê de hijmarek mijarên siyasî û meydanî li ser asta Sûriyê herweha kurdî û helwêstên navdewletî derbarê pêşhateyên Sûriyê de gotûbêj kirin.
Di raporta polîtbîroya partî de hatiye, ku gelek fişarên siyasî û abûrî û hemereng li ser rêjîma Sûriyê tên kirin da ku çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê li gor lêvegera Cinêv1 û biryarên navdewletî û nexasim herdu biryarên (2254) û (2118) û hinek biryarên girêdayî rewşa Sûriyê qebûl bike .
Yek fişarên herî diyar yên vê dawiyê yasaya Qeyser e, ku bi Sîzer jî tê naskirin bi navê yasaya parastina sivîlan dê 17 vê mehî were sepandin û cîbcîkirina bi serê rêjîma Sûriyê û kesayetên wê û kompaniyên têkiliyên bi rêjîma Sûriyê re dikin û dewlet û alî û rêxistên ku destên wan bi rêjîma Sûriyê re heye.
Herwiha di raporta Partiyê de hatiye diyar e lihevhatinek di navbera Rûsiya û Emerîka de diyar dibe li ser piraniya pirsên Sûriyê, û guhertina Rûsiyê navê balyoziyê xwe li Sûriyê û niha bi navê şandiyê serokê Rûsiyê taybet bo Sûriyê wate (Elmendûb Elsamî) ango Hakmê Rasteqîne yê Sûriyê û herwiha gelek rêkeftin jî hene di navbera dewletên herêmî de mîna Turkiyê û S'ûdiyê û gelek dewletên kendava Erebî.
Emerîka bi berdewam kar dike ji bo rêxistina rewşê û bi taybetî jî li Rojhlatê çemê Feratê mîna beşek ji çareseriya siyasî û herwiha hewildana hevbeş û cidî dike ji bo derxistina mîlîseyên girêdayî Îranê û Hizbulah û tê pêşbînîkirin, ku çareseriyê ji hinek doz re bibîne li Sûriyê mîna keysa Felestînî û Colanê pêş guhertina bingeha rêjîma Sûriyê.
Herwiha di raporta Polîtbîroya Partiyê de hatiye, ku Turkiyê aliyeke siyasî sereke ye di kirîza Sûriyê de, û rolek wê ya diyar li ser dirêjahiya sînora Sûriyê heye û rêkeftina bi herdu wleltên Emerîka û Rûsiya re derbarê Sûriyê pirsên Rojhilata Navîn îmzekiriye ,herwiha Turkiyê û armancên xwe yên berfereh, di Rojhilata Navîn de hene û dixwaze navçeyên desthilatdariya xwe berferh bike, û tirsa wê jî li guhertinên Herêmî heye û guhertinên biliz heye.
Beşekî din raporta partiyê bal kişandiye ser hêzên Îranê li Sûriyê de, ku çi niyaza wê ji vekşana Sûriyê nîn e û dê berdewam be di piştevaniya rêjîma Sûriyê de, wate derxistina mîlîsyayên girêdayî Îranî ji Sûriyê zehmet e lê belê Îran jî li pêşiya gelek fişarên derve û navxweyî ye, û ji xwe destêwerdana wê di karûbarên hinek welat de rewşa wê zehmetir kiriye, û bi hatina nexweşiya koronayê rewşa Îranê gelek zehmetir bûye û dibe ku rastî encamine xirap were ji ber kareketerên ji derve û yên hundir û fişara wan li ser desthilata Îranê.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê Mistefa Kazimî gavên cidî ji bo xwerêkxistina karê Îraqê û hikûmeta wê diavêje, ji aliyê xwe ve jî hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Kazimî diyar kir, û daxwaz ji Kazimî kir, ku nakokiyên di navbera herdu aliyan de bi cidî werbigre û çareser bike li gor destorê .
Di beşekî din yê raporta Polîtbîroya Partiyê de hatiye, ku Kurdistana Sûriyê rastî bihabûneke mezin ya jiyanê tê û tiştekî wisa tu dema rû nedayê û ew jî bi sedemên daketina lêreya Sûrî li hember dolara Emerîkî lewma zêdetirî nîvê miletê me wê li jêr hêla hejariyê bijî û metirsiya birçîbûneke rasteqîne heye û pêşbînîkirî ye, ku piştî cîbicîkirina yasaya Qeyser wê fişar mezintir be, û dê bihtir lêreya Sûriyê dakeve û hejartir be û herwiha ji xwe êş û azarên miletê me li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê duqet dibin û ji ber binpêkirinên berdewam ji aliyê girûpên çekdar ve, û di vê dawiyê de jî revandina hinek jinên kurd li Efrînê li pêş çavê Civaka Navdewletî û hemî dunyayê û em daxwazê ji hemî cîhana azad dikin û hewara xelkê me li Efrînê were û van girûpan ji Efrînê derxîne û rêveberiya Efrînê radestî miletê Efrînê bixwe bike .
Di dawiya raporta polîtbîroya partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de hatiye, ku hewldanên cidî ji bo pêkanîna yekhelwêstiya Kurdî heye û geşbînî heye, ku ew hewldan bighin armancine diyar di demeke nêzîkî de.
470