Zêdetirkirina hemahengiya navbera Pêşmerge û hevpeymanan hate kirin
ARK NEWS... Duh Şemiyê 30iyê Gulana 2020, Srokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê hêza operasiyonên taybet yên Hevpeymaniya Navdewletî li Îraq û Sûriyê Major General Erîk Hîl kir
Weke di daxuyaniya fermî ya Mesrûr Barzanê de hatiye: Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraq, deverê û zêdetirkirina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir. Tekez kir: Di civînê de tekez li ser giringiya domkirina hemahengî ya bo rûbirûbûna metirsiyên terorîstên DAIŞê hate kirin û me dilgiraniya xwe ya li hember zêdebûna liv û tevgerên terorîstên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê, bi taybetî êrîş kirine ser Cotkarên Kurd û refandina wan diyar kir.
Ameje pê kir: Ji aliyê xwe ve Major General Erik Hil behsa vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke giring ya Emerîka û hevpeymanane di warê rûbirûbûna terorê li deverê de û got: Hîn jî dawî bi şerê dijî terorê nehatiye û pêwîst e li ser hemahengîkirin li gel Herêma Kurdistan û Îraqê berdewam bin û hemahengiya han zêdetir bikin.
317