Serokê ENKSê Siûd Mela peyameke pîrozbahiyê belav kir

Serokê ENKSê Siûd Mela peyameke pîrozbahiyê belav kir

May 25 2020

ARK NEWS... Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, û sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bi helkefta hatina cejna Remezanê pîrozbahî li tevaya Musilmanên Kurdistanê û Cîhanê kir.

Siûd Mela sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya peyameke pîrozbahiyê bi helkefta hatina cejna Remezanê belav kir, tê de pîrozbahî li tevaya Musilmanên Kurdistana Sûriyê û Musilmanên parçyên din yê Kurdistanê kir.

Herwiha serokê ENKSê di peyama xwe de, pîrozbahî li malbatên serbilindên şehîdên Pêşmergeyên Leşkerê Roj û tevaya şehîdên Kuristanê kir, û pîrozbahî li pêşmergeyên Leşkerê Roj kir, ku li sengeran parastina xaka Kurdistanê dikin.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya da zanîn: Cejna îsal di rewşekê de hat ku vayrosa korona rêgirî kiriye ku merasîmên cejnê weke salên bûrî werine lidarxistin, û daxwaz ji kurdên Rojavayê Kurdistanê kir, ku hişyar bin, û tevaya rêkarên tendirustî bigirine ber da ku tûşî vayrosa korona nebin.

Di dawiya peyama pîrozbayê de Siûd Mela hêvî xwest ku ev cejn bibe cejna xêr û xweşiyê bo miletê Kurd li tevaya Cîhanê, û bibe sedema belavbûna tebayê navbera hemû aliyên kurdî de li Rojavayê Kurdistanê .

267