ENKSê derbarê nûçeya ku Rûdawê belav kiriye daxuyaniyek da

ENKSê derbarê nûçeya ku Rûdawê belav kiriye daxuyaniyek da

May 10 2020

ARK NEWS... Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, îro 9ê Gulana 2020 derbarê nûçeya ku kenala Rûdaw belav kiriye daxuyaniyek da, tê de ew nûçe dûr ji rastiyê bi nav kir.

Daxuyaniyê wiha dest pê kiriye: Di 9ê Gulana 2020, kenala Rûdaw nûçeyek dûr ji rastiyê li ser zarê jêderên xwe belav kir, di nav nûçeyê de hatiye ku pirojeya nêzîkbûna Kurdî ya ku balyozê Emerîkî amede kiriye, ji ENKSê xwestiya ku ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê vekişe, û baregehên xwe ji bo Siûdiyê yan Misrê veguhêze

Di vê derbarê de, Desteya Serokatiya ENKSê bi her şêweyî be vê nûçeyê û yên li ser zarê Balyozê Emerîkî hatiye gotin, red dike û dûr ji rastiyê derdixîne, û tekez dike ku ENKSê ne biryar standiye ne jî biryar di mijarê de gotûbêj kiriye, û nûnerên xwe di van rojan de dê civînên Desteya Giştî yên Itîlafê de, beşdar bibin.

ENKSê careke din tekez kir ku her ked û karek ji bo yekhelwêstkirin û yekrêziya navmala Kurdî çê bibe, nabe dijber ji tu aliyekê di aliyên opozisyonê de, lê belê dê rola Kurdan di nav opozisyona ku piştgir e ji piroseya siyasî ya ku li Cinêfê kar ji bo dîtina çareyekê ji kirîza Sûriyê re tê kirin, bihêztir bike. Emerîka jî mana ENKSê di Itîlafê de piştgiriya xwe dide diyarkirin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Desteya Serokatiya ENKSê ji karmendên Rûdaw xwest ku bi rastiyan e û zelalî û hûrî kar bikin, beriya belav bikin ji jêderên xwe nûçeyan tekez bikin.

Ş.E

1219