18 pêketiyên nû bi Korona li Hewlêrê hatin tomarkirin

18 pêketiyên nû bi Korona li Hewlêrê hatin tomarkirin

Apr 05 2020

ARK NEWS.. Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Hewlêrê 18 kes ên din bi vîrusa koronayê ketin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, 18 tûşbûyên vîrusa koronaya nû (COVID-19) li bajarê Hewlêrê hatine destnîşankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, ji wan 18 tûşbûyên hatine tomarkirin, 8 zilam, 6 jin û 4 jî zarok in û hatiye diyarkirin ku hemû berkevtiyên şînekê ne li taxa Karêzan û rûniştvanên çend çend taxên ciyawaz in li Hewlêrê.

Heta niha hejmara kesên ji ber wê taziya li taxa Karêzan li Hewlêrê gihişt 32 kesan.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, heta niha li Herêma Kurdistanê 232 kes tûşî vîrusa koronayê bûne ku ji wê hejmarê 74 kes baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

223