Şêniyên Kobanê Newroz pîroz kir
Mar 22 2020
ARK NEWS... Tevî qedexekirina kombûn û civatan, lê şêniyên Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê Newroza xwe ya sala 2720î pîroz kir.
Li gor agahiyan ku şêniyên Kobanê aheng li dar xist, û dîlan bi stranên netewî û ala Kurdistanê gerandin.
Beşek din di malên xwe Newroz pîroz kir, û bi rênima û rêkarên xweparastinê pabend bûn.
Newroza îsal cuda bû, ENKSê û PYDê qedexekirina kombûnan ragihandibûn, da ku rêgirî li koronayê were kirin, tevî wê yekê coşa li cem Kurdan hişt ku zincîran bişkînin, û dakevin kolanan, û ji Efrînê ta bi Dêrikê Newroz hate pîrozkirin.
Ş.E
517
