4 kesên din ji hilgirên koronayê çê bûn
Mar 18 2020
ARK NEWS... Jêderên fermî li Herêma Kurdistanê îro 18ê Adara 2020î, ragihandin ku 4 kesên din ji hilgirên veyrosa koronayê çê bûn.
Li gor Jêderên fermî li Herêma Kurdistanê ku 4 ji welatiyên ku tûşî koronayê bûbûn, piştî ku ketin di bin çavdêriya tendirustî de, ji vayrosê rizgar bûn.
Li Herêma Kurdistanê 39 kes hilgirê vayrosê bûn, 13 ji wan çê bûne. Herêma Kurdistanê tundtirîn rêkar û tedbîrên rêgirîkirina belavbûna vayrosê standine, yek ji wan rêkaran ragihandina qedexekirina hatûçûnê li herdu parêzgehên Hewlêr û Sulêmaniyê ta 23ê Adarê.
Ş.E
291