Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir
ARK NEWS... Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek pirozbahiyê di Roja Cihanî ya Jinan de belav kir. Name eve e:
Di roja cîhaniya jinan de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî jinên herêma Kurdistan û cîhanê dikim, bîr anîna 8ê Adarê rêz girtine ji xebat û têkoşîna jinan ya bo yeksanî, dadweriya civakî, nehêştina sitem û çawesandinê.
Jinên Kurdistanê di nava bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de roleke giring û bi bandor lîstine, li dijî dagîrkerî, sitema civakî xebat kirine. Jiber vê çendê em têkoşana jinên Kurdistanê bi taybetî jinên pêşmerge di nava şoreşên Kurdistanê de û rola wan ya berçav di rûbirû bûna terorîstên DIŞIê de bilind dinirxînin û pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo parastin û berevanî kirin ji mafên mirov bi giştî û mafên jinan bi taybetî û herwiha afirandina derfetên wekhevî û yeksanî di warê kar kirinê de û beşdarî kirina wan di warên cuda cuda de diyar dikin.
Daxwaz ji jinên Kurdistanê dikim rola xwe ya çalak di belav kirina huşdariya tendirostî û cîhbicîh kirina şîretên tendirostî yên bo rûbirû bûn û xwe parastin ji vîrosa Koronayê, bilîzin û hana endamên malbet û kesûkarên xwe bidin bo parastin û paqij kirina jîngehê ku erekeke nîştimanî û berpirsiyartiya tevahiya me ye.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
8.3.2020
352