Serok Barzanî spasiya yekîtiya partiyên Kurdistanî li Bexdayê kir

Serok Barzanî spasiya yekîtiya partiyên Kurdistanî li Bexdayê kir

Mar 03 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa Iraqê û yekhelwestiya aliyên Kurdistanî de peyamek belav kir û spasiya wan kir. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Pir bi dil spasî hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku ji bilî hebûna nêrînên cûda yên siyasî, lê belê li babeta pêdan û pênedana baweriyê bi hikûmeta nû ya Iraqê de yekrêz bûn. Ev yekhelwestî destkeftekî dîrokiye ji bo gelê Kurdistanê û cihê pêzanînê ye.

Heman demî de jî spasî wan hemû hêzên siyasiyên niştimanperwerên Iraqê dikim ku bi helwesta rast û mentiqiya xwe rêgiriyê li wê yekê kirin ku qeyranên Iraqê zêdetir kûr bibin û Iraq berev karesatê ve biçe. Ev helwesta wan rêzgirtin bû li bingehên demokrasiyê û her wiha berçav girtina daxwaza hemû pêkhatên Iraqê bû, ji bo rasterêkirina proseya siyasî. Piştî wê Iraq ketiye ber qonaxekî nû ku têda dikarê derfetek ji bo bi cîhkirina daxwazên rewayên xwepêşanderan pêkbê û bingehek jî ji bo li hevkirin û sazanekî giştgîr ya niştimanî û hevdû nêzîkbûna aliyan pêkbê.

Mesûd Barzanî
02.03.2020

406