Malbateke kurd li gundê Aqîbê yê Efrînê şehîd bûn

Malbateke kurd li gundê Aqîbê yê Efrînê şehîd bûn

Feb 26 2020

ARK NEWS… Di encama topbarana girûpên çekdar ji gundekî navçeya Şêrawa ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê re, Duh, 25ê Sibata 2020î, sê ji yek malbatê jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî ragihandin ku her yek ji Hesen Hac Izet, û hevjîna wî ya bi navê Fatma, û keça wan ya bi navê Siruşt, di encama topbarana gundê Aqîbê yê Şêrawa, şehîd bûn

Malbata ku şehîd bûne ji gundê Birîmce yê navçeya Mabeta ne, û ji ber operasyona Turkiyê, berê xwe dabûn herêma Şehbayê, û li gundê Aqîbê bi cî bûbûn, ku gundê Aqîbê û 11 gundên din yên Efrînê di bin destê rêjîmê de mane.

320