
Efrîn... Bi biryara dadwerekî ereb nexweşxaneyên Kurdan hatin girtin
ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, asta binpêkirinan di dermafê Kurdên li ser xak û warên xwe mane gihiştiye wê qonaxê ku navendên di warê mirovî de kar dikin, wek nexweşxane û rêxistinên mafê mirovan werin girtin, û bi tenê derfet ji ereban re vekin da ku rê li pêş Kurdan nemînin û ji herêmê derkevin.
Di vê derbarê de, Rêxistina Mafê Mirovan di raporteke xwe de ragihand ku dadewerek ereb li şûna waliyê turkî li ser Efrînê hate destnîşankirin, û ew yek bi neyînî hate wergerandin, ku yek ji biryarên standinde, hijmarek nexweşxanêyên pizîşkên Kurdan li navenda bajêr girtin, û yên ji aliyê ereban ve têne birêvebirin mane vekirî.
Heman rêxistinê serbar kiriye ku Her yek ji nexweşxaneya Qenber, Cîhan, Dêrsim, û Selam ya ku bi rêveberiya rêxistina Buhar e, bi buhaneya ku moletên wan ne temam in, hatin girtin, di heman demê de, her yek ji nexweşxaneya Avrîn ku niha Şîfa ye, û Menar û Mehebê, hiştin vekirî ji ber ji aliyê erebên hatine bicîkirin ve têne birêvebirin, tevî ku bawernameyên pizîşkên wan nexweşxaneyan û karmendên wan cihê gûmanê ye.
Heman rêxistinê bal kişandiye ser ku ew biryar bû cihê dilgiranî û nerihetiyê li cem pizîşk û peristarên Kurd, û hest bi nijadperestiyê kir, ku di encamê wê yekê hîn jî rewşa tenduristî û abûrî ji ber bêkariyê zêde bibe, û dê neçar bibin li nexwşxaneyên din de yên li gor pêvanên Wezareta Tenduristiya Turkiyê kar bikin
Derbarê rawestandina karê Rêxistina Buhar û birîna piştevaniyê ji aliyê rêxistina Tenduristia Cîhanî ve li ser wê, û xeberdana rêveberiya rêxistinê û karmendên wê ji biryara rawestandina kar ji 15ê Sibata 2020îde, hişt ku pirsgirêk zêde bibin, nexasim di demekê de hijmara malbatên ereb û derbider zêde bûne, ku êdî tu kes pereyên li ser wan sepandî nadin karmendên paqijkirinê, ji ber wê yekê karmend karê xwe radiwestînin di encamê de paşme li kolana dimîne û dibe sedema belavnûna nexweşiyan.
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê tekez kir ku tevî hewlên ji aliyên karmendên encûmenên xwecihî, ji sivikirina azar û barên welatiyan, di handana li ser pêwîstiya dana pereyên li ser welatiyan, da ku karê xiametguxarî bi rê ve here, lê ereb, wê yekê paşguh dixin û xemsariyê didin ber çavê xwe, di encamê de pirojeyên xizmetguzarî li gund û navçeyan pûç dibe.
Ş.E
333