Barzanî û Helbûsî li ser şeş xalan li hav kirin

Barzanî û Helbûsî li ser şeş xalan li hav kirin

Feb 17 2020

ARK NEWS... Duh Yekşemê 16.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemana Iraqê) Mihemed Helbûsî kir û di wê civînê de herdu aliyan li ser çend xalan li hev kirin.

Di civînê de di derbarê rehendên rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin, li ber ronahiya civînê jî herdû aliyan li ser van xalên xwarê li hev kirin:

Karkirina li gel hemû hêzên siyasî ji bo derbasbûna ji wan tengasiyên niha û beşdarîkirina li vegerandina aramiya Bexda û parêzgehên dinê xwarê yê Iraqê.

Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê nûnerayetiya hemû pêkhatên Iraqê bike û li ser bingeha hevbeşî û şeraketa niştimanî be.

Divê bernameya hikûmetê bi rûnî û bi zûtirîn dem balê bikşîne li ser amadekariyên ji bo encamdana hilbijartina pêşwext, wekî ku bi cîhkirina daxwazên xwepêşanderan û ev babete divê bibê karê pêşîneya hikûmeta nû.

Pêwîst e bernameya hikûmeta nû planekî rûn û eşkere li xwe bigre, ji bo vegerandina rûmeta dam û dezgehên dewlet û parastina aştiya civakî û dawî anîna destwerdana derekî û hiştina çek tenê bi destê dewletê ve û nehiştina diyardeya çekdarên nefermî.

Berdewamiya karê hevbeş li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî ya ji bo alîkariya Iraqê di rûbirûbûna gefên terorê û zalbûna li ser paşmaweyên terorîstên DAIŞê de.

Karkirina ji bo berdewambûna peywendiya dû aliyane ku ew jî bi navê hemahengkirina helwestên herdû aliyan û hevbeşên din be.

613