Serok Barzanî û Fagin peywendiyên Emerîka û Kurdistanê gotûbêj kirin
Jan 19 2020
ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Emerîka li Hewlêrê kir, û di wê hevîdtinê de herdu aliyan rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kir.
Roja Şemiyê 18.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stêven Fagin Konsilê Emerîka li Hewlêrê kir. Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka mijareke din yê vê civînê bûn.
269