
Êlên ereb dê Şîna Silêmanî li Qamişlo li dar bixin
Jan 06 2020
ARK NEWS .. Weke nerazîbûnekê li ser kuştina Qasim Silîmanî, û Elmuhendis, êlên ereb yên ku seredane Îranê kiribû, îro 6ê Çileya 2020î, li Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, dê merasîma şîna wan li dar bixin.
Jêdereke taybet nexwest navê wî were eşkerekirin ji Dezgeha ARKê re ragihand: Biryar e, îro li Çargoşeya Ewlekarî li bajaraê Qamişlo, şîna kuştina Silîmanî, û Elmuhendis were lidarxistin.
Heman jêderê da diyarkirin: Di merasîma şînê de, dê pêşwazî li xelkê were kirin, û piroseya kuştinê, were şermezarkirin.
Ş.E
416