
ENKSê: Bicîkirina derbiderên Idlibê berdewamiyeke guhertin demoxrafî li dijî hebûna Kurdî ya dîrokî tê
ARK NEWS ..Duh roja Înê, 27ê Berçileya 2019an, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, daxuyaniyeke şermezariyê derbarê bicîkirina derbiderên Idlibê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê belav kir, tê de kiryarên bicîkirinê li herêmê weke berdewamiyekê ji piroseya guhertina demoxrafî li dijî hebûna Kurdî ya dîrokî anî ziman.
Daxuyaniya ENKSê weha dest pê kiriye:
Operasyonên leşkerî yên rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê li Başûrê Idlibê, di çarçoveya mehên bûrî gurtir bûne, û roj bi roj zêde dibin, pê re hijmara qurbaniyan zêde bûn, û ji ber êrîşan bi dehê hezaran ji malên xwe, ji gund û bajarokên xwe derbider bûn, di nav van pêşhateyan de, girûpên çekdar yên ku pişta xwe dane xelkê Idlibê, û ji bo çarenivîseke karesatî hiştine, kar li ser bicîkirina wan derbiderên ji Idlibê, li gundên Efrînê radibin.
ENKSê derbarê wê piroseyê ragihandiye ku, ew yek weke berdewamiyek ji karê guhertina demoxrafî dijî hebûne Kurdî ya dîrokî tê, û ew nahêlin şêniyên resen yên herêmê vegerin ser malên xwe.
Di daxuyaniyê de hatiye jî: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di dema armanckirina sivîlan ji her aliyekî sermezar kiriye û şermezar dike, di heman deman de, bi tundî pawankariya êş û azarên derbideran ji aliyê hin girûpan ve, û bikaranîna cîbicîkirina pilanên xwe, di çandina levdan, tevdan û fîtneyan di nav welatiyên Sûriyên de, û dijatiya gelê Kurd û meşandina hemû curên tawan û binpêkirinên nemirovî di dermafê wan de, şermezar dike.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li Encûmena Civaka Navdewletî û welatên girêdayî bi rewşê ve kiriye ku, piroseyên guhertina bicîkirinê û guhertina demoxrafiya gund û bajarokên koçberkiryên bi neçarî ji Kurdan, û her herêmekê li welêt red bikin, herwiha banga rawestandina operasyonan û parastina sivîlan û dabînkirina rêkarên ewlehiyên ji wan re, herwiha ektîvkirina piroseya siyasî, kiriye da ku rêgiriyek ji karesatên Sûriyên re were dayîn, û ewlekrî û aştî li Sûriyaya dermoqrat û yekgirtî ji hemû Sûriyan re pêk were.
Wergerandina daxuyaniyê: Ş.E
358