Siyasetmedar û Rojnamevan Ekrem Mile çû ber dilovaniya Xwedê
ARK NEWS .. Duh roja Sêşemê 17ê Berçileya 2019an, endamê Desteya Rawêjkariyê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û berpirsê Raghandina Navendî ya PDK-Sê, herweha nivîskar û mediyakarê Rojavayê Kurdistanê Ekrem Mela, çû ber dilovaniya Xwedayê Mezin, ku dema berê xwe dabû Şama paytexta Sûriyê, ji bo wergirtina çareseriya bizîşkî ,ku di meha dehan de raserî kirîzeke dil hatibû û rewşa wî ya tendirustî nexweş bibû, û bi vê armancê berê xwe dabû Şama lê li wir careke din raserî kirîza dil hat lê wê carê dilê wî yê nazik xwe bihêminî radestî mirinê kir û jiyana xwe jidest da.
Xebatkar Ekrem Mela sala 1956an li gundê Tel Eylûl yê gundewarê Dirbêsiyê ji dayîk bûye û xêzandar bû , Ji zaroktiya xwe ve tevlî rêzên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bûye.
Piştî konfirasa Hewlêrê yê Yekîtiya PDK-Sê bû endamê Desteya Rawêjkariyê ya PDK-Sê.
Derçûyê zankoya Moskoyê Macistêr di beşê raghandinê de bi dest xist bû.
Berpirsê Ragihandina Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bû .
Medyakar nivîskar û rexnevanekî zane û diyar bû, di nav rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de û taybetmendiyeke wî ya cuda di nivîs, gotar û şiroveyên xwe derbarê pêşkêşkirina çareseriyê ji pirsgirêkên netewî nîştmanî û civakî bi taybet di nav tevgera kurdî de hebû.
Di hejmarek rojname û malperên kurdî de bi taybet Rojnameya Kurdistan de dinivîsand, û cemawer û şopînerên wî bi awayekî berifereh hebûn.
Mela di rojeke pîroz de bar kir, lê bi barkirina wî rêbaza Barzaniyê nemir rêbaza kurdayetiyê û Rojavayê Kurdistanê xebatkar medyakar û nivîskarekî xwedî rol û pênûseke hêja ji dest da.
349