
Cêmis Çêfrî: Ji bo Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya me bi Serok Barzanî heye
ARK NEWS .. Roja Şemiyê 07.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cêmis Çêfrî Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karûbarê Sûriye û şandekî li gel kir ku ji Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Erick Hell Fermandeyê Hêzên Amerîka li Sûriye û hejmarek şêwirmendê serbazî û siyasî ya Wezareta Derveyê Amerîkayê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye pesna wê aramiyê û geşbûnê kir ku li Herêma Kurdistanê da li holê daye û tekez jî li ser pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdstanê kir.
Her li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bi sedema şehîdbûna hejmarek Pêşmerge li êrîşên vê dawiyê ya terorîstên Da'îş li ser sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û her dû alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeşa artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên Da'îş de kirin.
Rewşa siyasiya Iraq û pêşketinên dawî ya li proseya siyasî û daxwaziyên xwepêşanderan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî dilgiraniya xwe li pêşketina tundûtîjî û têkçûna aramiya Iraqê nîşan da ku bandorê li ser xwe rêkxistin û zêdebûna êrîşên terorîstên Da'îş bi cîh dihêle.
Her li vê civînê de guhertinên dawî yên Bakûrê Rojhilatê Sûriye û hevkêşeyên meydanî hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku li her guhertinek da pêwîste rê li guherîna demografiya navçeyê bê girtin û êdî rê nedin gelê Kurd li Sûriye tûşî êş û azar û koçberiyê bibê. Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye ragihand ku me pêwîstî bi şêwirîn û hevkariya Serok Barzanî heye.
399