Rûsiya: Armanckirina Şamê ji aliyê Israîlê ve ne yasayî ye

Rûsiya: Armanckirina Şamê ji aliyê Israîlê ve ne yasayî ye

Nov 21 2019

ARK NEWS .. Wezareta Derve ya Rûsiya dibêje, armanckirina bingehên rêjîma Esed ji aliyê Israîl ve li dijî yasayên Navdewletî ye .

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiya ragihand, ku Rûsiya li gel tevahiya hevpeymanên xwe di hemahengiyê de berdewam e , û êrîşên Israîl bo ser bingehên rêjîma Esed li Şamê binpêkirin e ji yasayên navdewletî re .

Ji aliyê xwe ve Binyamîn Nêtinyaho Serok Wezîrê Israîlê ragihand, ku Israîl çend bingeheke leşkeriya Îranî û rêjîma Esed li nêzîkî Şamê armanc kirin , û Israîl wê di êrîşên xwede berdewam be.

309