Peyama serok Mesûd Barzanî  bi helkefta şeşemîn ya kongira Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistanê

Peyama serok Mesûd Barzanî bi helkefta şeşemîn ya kongira Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistanê

Jul 24 2018

Peyama serok:

“Bi navê Xwedê mezin û dilovan
Mamosteyên hêja,
Endamên kongreya 6mîn ya yekîtiya zanayên olî
Mêwan û amadebûyên hêja
Silavên xwedê li we bin

Bi minasebeta lidarxistina 6mîn kongreya zanayên olî spasiya yekîtiya zanayên olî Kurdistan û tevahiya mamosteyên birêz dikin û hêviya serkeftinê jî we re dixwazim.

Rol û bandore mamosteyên olî di nava pêvajoyên cubicur yên dîroka rizgarîxwaz ya gelê me de di parêzgarî kirin ji resenatî, exlaqa baş, xwedê nasî, nîştiman perwerî, parastina bihevre jiyanê û tebayî de roleke gelek baş û berçave û di dîroka gelê me de hertim ew rola han bi rêzdarî tê bîranîn. Ji bilî vê jî beşeke gelek zêde ji şoreşên me yên bo bidest xistina azadî û rizgarbûn ji dagîrkeriyê li ser destê zanayên olî û oldarên gelê me pêk hatine û ew yek jî belgeyeke gelek girînge li ser pêşengbûna zanayên olî di nava xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de.

Çek helgirtina mamosteyên olî di nava şoreşa de waneyeke gelek girîng bû bo tevahiya azadîxwan û berevanî kirin ji xak û nîştiman û ew yek jî ne tenê erkeke olî belku erkeke nîştimanî jî bûye.

Amadebûyên hêja
Di qonaxa niha de rola mamosteyên olî di ciyana civakî de roleke gelek girîng û yekalîkere bi taybetî ku petaya teror û tunrewî û jinav birina bingehên bihevre jiyanê û herwiha derketina aloziyên etnîkî û olî li Îraq û deverê de metirsiyên gelek mezinin bo ser bihevre jiyan û lêbûrînê û peyama aştîxwazana ya olî. Hişik kirina rêh û rîşalên hizra teror û şerê îdeolojîkî bi dereceya yekem erkê we ye. Tevahiya pêkhateyên civakê bo nehêştina tundrewî û hizra terorê çavê xwe berê we dane û tişta ku heta niha we di vê warî de cîhbicîh kiriye cêyê rêzdariyê ye.

Li gel vê yekê de jî erkê berevanî kirin ji bawer û oldarî li ser esasê zanistî û perwerdehî û kurtir kirina xweşewîstiya xak û nîştiman li ser stuyê weyên hêjaye û nabe di rewşa aloz û têjî ji metirsî ya niha de rê were dayîn ku hizra tundrewî û çanda nedîtî yaku li dijî oldarî û nîştimanperweriyê ye hizra civakê dagîr bike.

Hêjayan
Eger bi her hincetek li cem her kesekî kêşe bikeve nava hest ênîştimanî nabe li cem zanayên olî tişteke wisa biqewme jiber ku hun serçaveya îlhamin bo gelê Kurdistanê, gelê Kurdistanê ji zanayên olî hînê berxwedan û bêhin firehî, fedakarî û bihêziya moralê bûye, jiber vê çendê ye ku Barzaniyê Nemir yekîtiya zanayên olî damezrand, gelek baş dizanî ku mamosteyên olî qelha asinî ya gelin bo berevanî kirin ji pîroziyên olî û netewî yên gelê Kurdistanê, erkê we erekeke gelek pîroze û endam bûn di yekîtiya we de jî şerefeke gelek mezine.

Her bi vê minasebetê pêwîst e daxwaz ji tevahiya mamosteyên hêja bikim daku bi ti awayî rê nedin ku aloziyên biçûn bibin sedema çê bûna aloziyên mezin û jihev cuda bûna mamosteyên olî, jiber ku ew yek bandoreke nebaş li ser bingehên oldariyê dike, lazime xema serekî ya we pêşeroja welat û berejwendiyên welat û hizra ciwanên me be û lazime ciwanên me li ser bernameyeke netewî û Kurdistanî werin perwerde kirin. Nabe rê ji çanda biyanî yaku ji derve re tê û rêz ji mafên gelê Kurdistanê nagire were girtin.

759