Tîmên li ser jihevxistina miletê derdora alê, niha li ku derê ne ?

Tîmên li ser jihevxistina miletê derdora alê, niha li ku derê ne ?

Jun 17 2019

ARK NEWS .. Roj bi roj rêjeya şewitandina zeviyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bilindtir dibe bê ku rêvbeiya PYD ku xwe wek desthelatdar dide nasên tu hewleke berçav bigire .

Berûvajî wê yekê berpirsên peywendîdar dana qereboyê ji zeremendan re red dikin bi bihaneya ku ew ne dewlet in .

Di haman demê de rêjîmê jî dana qereboyê ji çotkaran re red kir bi tenê hêsirên çavên cotkarên kurd li ser şûnmayên zeviyên xwe têne xwar.

Ya herî balkêş ku bi tenê zeviyên Kurdan têne şewitandin, di dema şewatê de yek tîmên agirvemrandinê nayên dîtin ji bilî li hin cihan bi hebûneke şermok tê tomarkirin, piraniya şewatê ji aliyê şêniyên gundan têne vemrandin ku ta niha hijmarek welatî bûne qurbaniya hewla vemirandina şewta zeviyan û jiyana xwe ji dest dane û hijmarek din jî birîndar bûne .

Daxwaz û hêviyên welatiyên Rojavayê kurdistanê ew e ku wek çawa li ser jihevxistina miletê li dûr dirêjtirîn ala Kurdistanê li Girkê Legê kom bûbûn rijd bûn li ser agirvemrandina zeviyên kurdan ku êdê bûye diyarde jî rijd bin .

Ne bi tenê rêveberiya PYDê tu hewlan nake lê hawara xwe jî nagihîne welatan nexasim Herêma Kurdistanê ku li ser zarê Şewket Berbuharî berpirsê derhehê Fîşabûr amdekariya Herêmê ji pêşkêşkieina alîkariyan ji vemrandina şewatan re da xuyakirin .

Herwiha tîmên Kum Spî amedekariyên xwe ji vemirandinê re eşkere kirin lê PYDê bersiv neda .

Li Gor çalakvan dibêjin gelo çima PYDê ji welatên Emerîkî û Ewropî ku nûneratiya xwe li wan deran vekiriye alîkariyan naxwaze da ku çotkar werin qerebokirin û sînorek were dayîn .

Herwija serbar dikin : Eger DAIŞ li paş van kiryaran e çima teroristên wan her dem û demekê de serbest berdin di heman demê şerê wan dikin û li hember serbesbedana terorîstên DAIŞê bi hilmetên revandina ciwanan rabibin .

Li seranserî Rojavayê kurdistanê siyaseta qirkirin û tunekirina kurdan ji Efrînê ta bi Dêrikê tê mişandin li Efrine dar, darstan, çiya, û siruşta wê û li Koban û Cizîrê zevî bi pîlanek pilankiri têne şewitandin ne rêxistinên jînegeh yên xwecihî û cîhanî, ne rêxistina Faw û aliyên peywendîdar gavekê davêjin bi tenê bêdengî, xemsarî, neguhdan, û negirigîpêdan mîrê hewêstan e, û ziyana herî mezin parê kurdan e .

750